Stranbêjê Kurd Kahtalî Miçê koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend û stranbêjê Kurd Kahtali Miçê (Mistefa Aslan) li Antalyayê di 72 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Hunermend Kahtali Miçê (Mistefa Aslan) duh 15ê Sibatê li nexweşxaneyekê li Antalyayê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir.
Kahtali Miçê sala 1953an li navçeya Kolikê yê Semsûrê jidayîk bûbû û ji 17 saliya xwe ve li Semsûr, Dîlok, Stenbol û Rihayê stranên gelêrî digotin.
Kahtali Miçê sala 1991ê koçî Stenbolê kir û piştre li Rihayê bi cih bû. Piştî darbeya leşkerî ya 1980î ji ber ku bi Kurdî stran gotin salekê di girtîgehê de ma.