Hevserokê DBPê: Nêrîna Serok Barzanî ya derbarê pêvajoya aştiyê de gelek girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DBPê spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgiriya pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Şanda Dem Partiyê ya ji bo Îmraliyê îro demjimêr 10:00ê gihîşt baregeha Barzanî û ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi Serok Barzanî re civiya.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku bi şanda DEM Partiyê re li Hewlêrê ye, di daxuyaniyeke rojnamevanî de bersiva rojnamevanan da.
Bayindir got: “Me silav û peyama Abdullah Ocalan gihandin Serok Barzanî û Serok Barzanî jî piştevaniya xwe bo proseya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekez kir. Helbet nêrîn û pêşniyarên Serok Barzanî yên derbarê pêvajoyê de gelek girîng in.”
Da zanîn jî, “Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser piştgîriya xwe temam bo proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir. Em gelek spasiya helwesta Serok Barzanî dikin û em pê serbilind in.”
Şanda DEM Partiyê duh 15-02-2025an gihîşt Hewlêrê û dê hejmarek hevdîtin bi berpirsên Herêma Kurdistanê re pêk bîne.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sakik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.