Nêçîrvan Barzanî: Me ji Kurdên Rojava re gotiye bi hev re biçin Şamê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Munşinê ya Ewlehiyê de konferanseke rojnamevanî rêk xist û tê de tekez kir, “Herêma Kurdistanê ji bo Sûriyeyê dibe faktera zêdetir seqamgiriyê, herwesa hemî amadekarî hene ku ji bo gelê Sûriyeyê bi hemî pêkhateyên wê ve bibe faktera paşerojeke bextewertir.” Herwesa got, “Me ji birayên xwe yên Kurdên Rojava re gotiye ku, ew hemî bi hev re û bi hevgirtin biçin Şamê û xwe bikin xwediyên Sûriyeya nû, nabe ku ew li benda vexwandina îdareya nû ya Sûriyeyê bimînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 16.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de li Munşina Almanyayê ragehand ku, wan di tevaya civînên wan ên li Munşinê kirine de danûstandinan li ser pirsa Sûriyeyê kirine.
Nêçîrvan Barzanî got, “Ya ku îro li Sûriyeyê diqewime cihê dilxweşiya hemî aliyan e ku, rijêmeke zordar û yên ku zilim li miletê xwe dikir bidawî hatin.” Herwesa got, “Em hêvî dikin ku ew desthilatdarên niha li Sûriyeyê hatine ser desthilatê hemî pêkhate û aliyên Sûriyeyê li paşerojê tevlî desthilatê bikin. A ku li cem Herêma Kurdistanê jî giring e ew e ku, em hêviya seqamgiriyê ji bo Sûriyeyê dikin. Gelê Sûriyeyê hejî jiyaneke baştir e.”
Navbirî amaje jî da, “Gelê Sûriyeyê di salên borî de arêşeyên mezin hebûn, gelek zehmet kêşa, piraniya wan welatê xwe hêla û malên wan wêran bûn. Em hêvîdar in îdareya nû ya Sûriyeyê û Ehmed Şera bibin bingeha faktera seqamgiriya Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê ji nexweşiyan rizgar bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Sûriye welatek e, pêkhateyên cuda tê de hene. Giringtirîn tişt ew e ku hemî alî û pêkhateyên Sûriyeyê tevlî paşeroja nû ya weîatî bibin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Me ji birayên xwe yên Kurdên Rojava re gotiye ku, ew hemî bi hev re biçin Şamê. Ezmûna me li Herêma Kurdistanê ku em li sala 2003ê bi hev re çûn Bexdayê ezmûneke gelek serkeftî bû. Me ji wan re got: xwe xwediyên Sûriyeya nû bibînin, li benda wê yekê nebin ku ji aliyê Şamê ve bên vexwandin, xwe bikin xwediyên Sûriyeya nû. Ew Sûriyeya nû Sûriyeya we ye, Şam paytexta we ye.”
Navbirî got, “Gotina me ji bo birayên me yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ew bû ku, tevlî pirsoeya siyasî ya Sûriyeya nû bibin. Tevî wê yekê jî, em hêvîdar in îdareya nû ya Sûriyeyê û Ehmed Şera bi xwe wê hemerengiya Sûriyeyê bibînin û bizavê bikin ku hemî pêkhateyan tevlî paşeroja nû ya Sûriyeyê bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Tiştê ku li ser me wekî Herêma Kurdistanê pêdivî ye ew e ku, em bikarin di wê çarçoveyê de rolê xwe bibînin û em ji bo wê yekê amade ne jî.” Eşkere jî kir, “Me bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re tekez kir ku, em bibin fakterê seqamgiriya Sûriyeyê û ji bo zêdetir seqamgiriya wî welatî alîkariya wan bikin.”