Pirojeyeke xizmetkariyan li komelgeha Şaryayê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Pirojeyeke xizmetkariyan li komelgeha Şaryayê tê bicihanîn û xelkê wê komelgehê û aware jê mifadar dibin, ew jî dualîkirina cadeya serekî ye û kar tê de berdewam e. Bi temambûn vê pirojeyê, qerebalix namîne û hatin û çûna xelkî bo nav bajarê Dihokê û deverên din hêsantir dibe.

Mamosta Xêro Silêman di vî warî de got, “Vê pirojeyê gelek giringiya xwe heye. Berî niha me gelek zehmetî hebûn û gelek arêşe û qerebalix di vê rêyê de çê dibûn.” Herwesa got, “Rast e ku niha qerebalixiyek keftiye ser rêya Girêpanê û ew rê gelek bizehmet û biqrebalix e, lê temamkirina vê rêyê dê rewşeke din bide komelgeha Şaryayê.”
Welatî Fîras Necim jî got, “Berî niha di salên 1990an de ev rê bi awayên endazyarî yên nebaş hatibû çêkirin, wekî pêdivî bes ji bo hatin û çûnê ji devera Şaryayê bo Dihokê bû.” Herwesa gotibû, “Eger ev rê bê çêkirin û rastvekirin û berfirehkirin, bê goman feydeyekî gelek baş dê ji bo deverê hebe.”

Ev piroje bi dirêjahiya şeş kîlometran û bi firehiya 12 metran tê çêkirin, gojimê wê jî du milyar û 265 milyon dînar in. Heta niha bicihanîna vê pirojeyê gehiştiye 44%. 
Birêveberê Pirojeyê Endazyar Mihemed Ferhan jî got, “Niha kar li ser texa sabgirêdî û texa têkeleyî tê kirin.” Herwesa got, “Kar berdewam tê kirin, belkî berî dema xwe jî bê bidawîanîn.” Amaje jî da, “Xelkê vê deverê hemiyê dê feydeyî ji vê pirojeyê bibîne.”

Sê qonaxên serekî yên karûbarên vê pirojeyê bidawî hatine, tenê maye ku di çend heftiyên bê de bê qîrkirin û bikeve di xizmeta şofêr û welatiyên deverê de.
Li sinorê parêzgeha Dihokê, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pûtepêdaneke mezin bi hemî deverên pêkhateyan hatiye dan û pirojeyên cuda cuda tên bicihanîn, ji bo wê yekê ku xizmeta wan bê kirin û niha gelek ji wan pirojeyan di warê bicihanînê de ne