Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ên Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), salvegera heftê û duyemîn a damezrandina her du rêxistinan, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pîroz kir û got: “Roleke diyar û bi bandor a wan di tevgera rizgariya Kurdistanê û têkoşîna me ya niştimanî û neteweyî de hebûye.”
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di bîranîna 18ê Sibatê, salvegera heftê û duyemîn a damezrandina her du rêxistinan, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand: “Ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî mekteba sekreteryetê û endamên her du yekîtiyên xwendekar û lawên demokrat ên Kurdistanê dikim û hêviya pêşketinê ji wan re dixwazim.”
Amaje bi wê yekê kir, “Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, xwedî dîrokeke geş a têkoşîna rêxistinî û xizmeta xwendekar û lawan û berevanîkirina ji maf û daxwazên wan û pêşxistina şiyanên wan bûne. Herwiha roleke wan a diyar û bi bandor jî di tevgera rizgariya Kurdistanê û têkoşîna me ya niştimanî û neteweyî û parastina mafên xelkê Kurdistanê û destkevtên niştimanî de hebûye.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, dibistaneke dewlemend û sûdbexş a perwerdekirina bi dehan serkirdeyên bi şiyan û jêhatî yên Kurdistanê bûne û bi şanazî ez jî endam û kadroyê xwendekar û lawan bûm.”
Cîgirê Serokê PDKê tekez jî kir, “Niha jî ku ev her du rêxistinên têkoşer, hewlên xwe zêde kirine û amadekariyên xwe temam kirine ji bo yekgirtinê, hêvîdar im di kar û têkoşîna xwe de ji bo pêşxistina têkoşîna rêxistinî bi şêwazeke pêşketîtir ku di asta pêşketinên vê serdemê de be, berdewam bin û her dem di ber bi pêşveçûn û pêşengbûn û nûbûn û dahênanê de bin û bi baştirîn û pêşketîtirîn şêwe, xizmeta nifşê nû û xwendekar û lawên Kurdistanê bikin û di vî warî de, hemû piştgiriya xwe ji bo wan tekez dikim.”