Serok Barzanî pîrozbahiyê li her du yekîtiyên Xwendekaran û Lawên Demokrat dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi boneya 72 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê peyameke pîrozbayî arasteyî her du yekîtiyan kir.
Serok Barzanî îro 18ê Sibatê di peyama xwe de got: “Bi boneya heftê û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî herdu Sekreteryetên Xwendekaran û Lawan û hemû xwendekar û lawên hezkiriyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiya wan dixwazim.”
Serok Barzanî dibêje: “Xwendekar û lawên Kurdistanê ji destpêka damezrandina rêxistinên xwe ve û di qonaxa Şoreşa Eylûlê de, heta niha roleke berçav di xebata gelê me de lîstine. Herdu rêxistin dibistaneke pêgehandina kurên hişyar û wêrek û serkirdeyên bi şiyan û, şûngeheke perwerdekirina enerjî û henaseya nû bûne ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê. Lawan û xwendekaran di rêya xebat û têkoşîna xwe de şehîd û qurbanî dane.”
Herwiha Serok Barzanî got: “Di vê bîranînê de ew çaverêyî ji xwendekar û lawên ezîz heye ku pabendî bihayên bilind ên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bin û di heman demê de bi çekê zanist û dahênanê kar ji bo pêgehandina genc û lawên hişyar û bixwebawer bikin. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê her dem cihê umîdê ne û divê herdem di asta çaverêyên civak û doza rewa ya gelê Kurdistanê de bin.”