Heyan Ebdilxenî: Em bo mîkanîzma hinardekirina petrolê bi Herêma Kurdistanê re li hev dikin

Heyan Ebdilxenî
Heyan Ebdilxenî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê amajeyê dide ku şandekê dişînin Herêma Kurdistanê, bi merema lihevkirina li ser mîkanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî îro (Sêşem, 18.02.2025) ji ajansa “Wah”ê ya nûçeyan a Îraqî re ragehand ku, şandeke wezareta wan bi serokatiya Wekîlê Wezaretê ji bo Karûbarên Deranînê û endametiya Birêveberê Giştî yê Fermangeha Aborî, Birêveberê Giştî yê Kompaniya Petrolê ya Bakur, Birêveberê Giştî yê Qanûnî, Birêveberê Giştî yê Berbazarkirina Petrolê, Birêveberê Giştî yê Fermangeha Peymanên Petrolê, Birêveberê Nivîsîngeha Wekîlî ji bo Karûbarên Deranîna Petrolê û Cîgirê Birêveberê Karûbarên Peywendiyan serdana Hewlêrê kir, bi merema lihevkirinê li ser mîkanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê.

Heyan Ebdilxenî amaje jî da ku, bi Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed re li hev kir, ji bo gengeşekirina bi wê şandê re li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Şanda Îraqê duhî (Duşem, 17.02.2025) bi merema dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ser pêşniyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kir.

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah jî ragehand, “Biryar wesa ye ku li Civata Wezîran civîneke taybet li ser pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di navbera her du aliyan de bê kirin.”

Umêd Sebah herwesa got, “Ev civîn li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li ser vê pirsê û tê de danûstandin li ser rêkar û mîkanîzmên dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tên kirin û ew pirs tê yekalîkirin.”