Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Otombîlan li Hewlêrê vekir ku bi sedan kompanya tê de beşdar in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Sibatê Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê vekir.

Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê dê heta roja yekşema bê 23-02-2025an vekirî be.

12 kompanyayên mezin bi 19 markayên cuda, 160 kompanyayên ciwankarî û parçeyên yedek yên navxweyî û biyanî di pêşangehê beşdar in.