Mesrûr Barzanî: Divê xwendekar û ciwan şiyanên xwe zêdetir pêş bixin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê pêdivî dibîne ku xwendekarû xwendekar û ciwanên Kurdistanê bawerî bi xwe hebe û şiyanên xwe zêdetir pêş bixin û li astê guhertin û pêşkeftinên bilez ên vê serdemê bin.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 20.02.2025) di civînekê de bi hejmareke kadirên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê (PDK) re tekez kir, “Divê xwendekar û ciwanên Kurdistanê bawerî bi xwe hebe û şiyanên xwe zêdetir pêş bixin û li astê guhertin û pêşkeftinên bilez ên vê serdemê bin.”

Bi helkeftina 72 saliya damezrandina rêkxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li wan her du rêkxistinan kir û hêviya zêdetir serkeftin û pêşkeftinê jê re kir û rênimayî û rasparde û rênîşandanên pêdivî bi wan dan, ji bo kongireya bê ku kongireya hevgirtina her du rêkxistinan e û biryar e di îsal de bê kirin.

Cîgirê Serokê PDKê amaje bi dîroka geş û pirî serwerî ya van her du rêkxistinan di qonaxên cuda cuda de da û got, “Ez şanaziyê dikim ku ez bi xwe endamekî van her du rêkxistinan bûm û ez ji nêz ve haydarî xebat û tekoşan û qurbanîdana wan her du rêkxistinan im ku cihê şanaziya me ne.”

Mesrûr Barzanî pabendbûna PDKê bi rêberiya Serok Barzanî bi parastin û berevanîkirina ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên neteweyî û niştîmanî yên xelkê Herêma Kurdistanê tekez kir û ron kir, “PDK dibistana kurdînî û niştîmanperweriyê ye û partiya ciwanan û tevaya pêkhateyên Kurdistanê ye û bi piştevaniya ciwanên Kurdistanê, paşerojeke geş di rêya Herêma Kurdistanê de ye û ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve pngavan diavêje.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment