Şaxewan Ebdila û Victoria Taylor danûstandinan li ser peywendiyên Îraq û Amerîkayê û pêşhatên deverê dikin

Şaxewan Ebdila û Victoria Taylor
Şaxewan Ebdila û Victoria Taylor

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi berpirseke Wezareta Derve ya Amerîkayê re dicive û pê re danûstandinan li ser pêşhat û rûdanên ewlehî, siyasî û aborî yên deverê dike.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Pêncşem, 20.02.2025) li Waşintonê bi Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Victoria Taylor re civiya.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê, her du aliyan li ser peywendiyên dualî yên navbera Îraq û Amerîkayê li ser bingeha berjewendiyên hevpar û lihevkirina çarçoveya stratejîk di navbera her du welatan de danûstandin kirine.

Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Herwesa her du aliyan danûstandin li ser pêşhat û rûdanên ewlehî, siyasî û aborî yên deverê û mîkanîzmên bihêz ên seqamgiriyê kirin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment