Karwanê heftê yê rufatên Êzidiyan tê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rufatên 32 Êzidiyên Şingalê piştî zêdetirî 10 salan ji kuştina wan di gorekî bikom de hatin dîtin û bi kesûkarên wan tên dan, herwesa rufatên 21 qurbaniyên nahyeya Hemam Elîlê jî ku bi destê teroristên DAIŞê hatine kuştin bi kesûkarên wan tên dan.
Peyamnêrê K24ê Derman Baedrî li Pizişkiya Dad a Mûsilê got, “Gorekî din ê bikom ê Êzidiyan hat vekirin û nasnameyên 32 rufatan eşkere bûn, 21 rufatên din jî ji qurbaniyên nahyeya Hemam Elîlê di gorekî din ê bikom de hatin dîtin û îro bi kesûkarên wan hatin dan.”
Berpirsa Pişka Gorên Bikom li Pizişkiya Dad a Bexdayê Dr. Yasemîn Munzir ji K24ê re ragehand, “Îro karwanê yekê yê wan rufatan bi kesûkarên wan tê dan, ku li Hemam Elîlê bûn qurbaniyên destê DAIŞê. Pişkinîn ji bo wan hemî rufatan hatine kirin, îro me rêkarên xwe bidawî anîne. Niha em dikarin wan rufatan bidin destê kesûkarên wan ji ber ku hemî rêkarên îdarî hatine temamkirin û nivîsarên fermî hatine îmzakirin. Xelk jî hatiye ku wan rufatan werbigire, em jî alîkariya wan dikin.”
Dr. Yasemîn Munzir eşkere jî kir, “Karwanê heftê yê rufatên qurbaniyên Şingalê bi kesûkarên wan tê dan, paşî em wê piroseyê bidawî tînin. Kesûkarên wan jî li dû merasîmên xwe yên olî wan binax dikin.”
Du karwanên rufatan bi kesûkarên wan tên dan, 21 rufat ên qurbaniyên Hemam Elîlê ne, 32 rufatên din jî yên Êzidiyên Şingalê ne.
Birêveberê Nahyeya Hemam Elîlê Xalid Mihemed Tehtûh jî got, “Me karî nasnameya 21 rufatên qurbaniyên Hemam Elîlê binasin, ku bi destê DAIŞê hatine terorkirin. Ew rufat ên polîsan û xelkê sivîl in.”