Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hikûmetek bihêz, yekgirtî û xizmetguzar bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchens kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley amade bû, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û rêzgirtina li qewareya destûrî û federalî ya Herêmê, hat gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî Balyozê Brîtanyayê kir bi boneya bidawîhatina erkê wî û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwast.
Mijareke din a civînê jî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Her du alî hevnêrîn bûn li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke bihêz, yekgirtî û xizmetguzar di zûtirîn dem de, ji bo rûbirûbûna kêşeyan û berdewamiya bernameya çaksaziyê û xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê.