Bafil Talebanî: Bi saya Serokwezîr Mesrûr Barzanî “Hejmara Min” bi başî birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bafil Talebanî amaje bi wê kir, bi saya Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya “Hejmara Min” gelekî baş birêve diçe. Herwiha behsa çûna tîmeke nivîsgeha Serokwezîr derbarê projeyê de bo Silêmaniyê dike.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro 23ê Sibatê di dema beşdariya di Heftemîn Gotûbêja Navdewletî ya Bexdayê de, behsa projeya “Hejmara Min” kir ku ji aliyê tîmeke taybetmend û pispor a nivîsgeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve serpereştiya wê tê kirin.

Serokê YNKê derbarê projeyê de, pesnê hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da û ragihand, “Bi saya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, projeya ‘Tewtîn’ û projeya ‘Hesabê Min’ gelekî baş birêve diçin.”

Bafil Talebanî bal kişand ser wê yekê, “Di van demên dawiyê de berî ku biçim Amerîkayê, ez li gel xwedî paye Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyam û me gelek babet gengeşe kirin.”

Serokê YNKê amaje bi wê jî kir, yek ji wan babetên ku di civîna xwe de li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gengeşe kirine, projeya “Hejmara Min” bû û ew jî pê sersam bû.

Li gorî gotina Bafil Talebanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ku tîmeke projeya “Hejmara Min” bişîne Silêmaniyê.

Serokê YNKê destnîşan kir, ew tîma ku Serokwezîr şandiye, “ligel taybetmend û pisporên me yên yasayî û darayî rûniştin. Me li hûrguliyên cûdahiya berfireh a di navbera Tewtin û hesabê min de nihêrî.” 

Her îro li ser hevdîtinên PDK û YNKê yên derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de, Serokê YNKê ji peyamnêrê K24ê re gotibû: “Hevdîtinên YNK û PDKê bi giyaneke baş û bi encameke baş dimeşin.”

 
Fly Erbil Advertisment