Netanyahu piştgiriya Dirûzan dike û Ehmed Şera jî pê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê bi awayekî nerasterast piştgiriya Dirûzên Sûriyeyê dike, û Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz jî bi kesatiyên wê pêkhateyê re dicive.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Duşem, 24.02.2025) ragehand ku, ew rêyê li belavkirina serbazî ya Sûriyeyê li parêzgehên başûrê Şamê digirin.

Benjamin Netanyahu herwesa pabendbûna Israîlê bi parastina Dirûzên Sûriyeyê ji her gefekê tekez kir û amaje da ku, ew rêyê li wan nagirin ku li bilindahiyên Colanê kar bikin.

Ji aliyekî din ve jî Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera piştî wan daxuyaniyên Netanyahu bi kesatiyên diyar ên Dirûzan re civiya.

 
Fly Erbil Advertisment