Iraq tenê rê dide ku ajalên zindî ji Herêma Kurdistanê bên veguhestin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ji ber belavbûna nexweşiyê di nava ajelan de, veguhastina hemû ajalên zindî di navbera parêzgehên Iraqê de qedexe kir, ji bilî yên ku ji Herêma Kurdistanê tên, ew jî piştî pişknîna pêşwext.
Wezareta Çandiniyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de, veguhestina hemû ajelên zindî (mî, bizin, ça û gamêş) qedexe kir, ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiya ku di nav ajelan de belav bûye û ziyaneke mezin gihande ajeldaran.
Herwiha wezaretê ji ber mirina hejmareke mezin ji ajelan li naverast û başûrê Iraqê, tedbîrên tund di navbera parêzgehên (Bexda, Babil, Diyala, Necef, Wasit) de girtin û biryar da ku hemû cihên ku ajelên zindî lê tên kirîn û firotin bên girtin.
Wezareta Çandiniyê ya Iraqê dibêje, veguhestina ajalên zindî di navbera parêzgeh û navçeyên Iraqê de qedexe kir, tenê dê ji Herêma Kurdistanê ve asayî be, bi şertê ku ajel pêşwext bên kontrolkirin û belgeya wan a tenduristiyê ji ofîsa beytariyê hebe.