Ji ber sermayê li 18 parêzgehên Tirkiyeyê bêhnvedan hate ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber berfbarîn, sir û seqemê li 18 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan, ji bo dibistan û fermanberan bêhnvedan hate ragihandin. 

Pêla beffbarîn û sermaya dijwar bandora li xwe Tirkiye û Bakurê Kurdistan didomîne. Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, berfbarîn, sermaya dijwar û qeşa metirsî bo jiyana welatiyan dirust dike. 

Bi vê armancê, parêzgarên 18 parêzgehan bêhnvedana fermî bo îro 25ê Sibatê, bo hemû dibistan û fermanberan ragihandin. 

Biryar parêzgehên Wan, Çewlîg, Sêrt, Erdexan yên Bakurê Kurdistan û piraniya bajarên Herêma Derya Reş yên TirkiyEYê li xwe digire. 

Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, sermaya dijwar çend rojên din jî berdewam dibe.