Sirwe Resûl: 350 hezar awareyên Şingalê ji ber PKKê nikarin vegerin deverên xwe

Sirwe Resûl
Sirwe Resûl

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan radigehîne ku, zêdetirî 300 hezar awareyên Şingalê ji ber hêzên PKKê û komên çekdar ên neqanûnî nikarin vegerin deverên xwe.

Birêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan Sirwe Resûl îro (Sêşem, 25.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2014ê pêşwaziya du milyon aware û penaberan kir, herwesa qeyraneke sepandî jî li ser Herêma Kurdistanê hebû û heta niha jî berdewam e.”

Sirwe Resûl herwesa got, “Niha nêzî yek milyon aware û penaberan li Herêma Kurdistanê mane, gelek sedem hene ku ji bo vegeriyana awareyan bûne rêgir û heta îro jî nehatine çarekirin.” Amaje jî da, “Me 350 hezar awareyên Şingalê hene, ji ber hêzên PKKê û komên çekdar ên neqanûnî venegeriyane cihên xwe. Hikûmeta Federalî jî ew mijar çare nekiriye, ku ew aware bi silametî vegerin deverên xwe.” 

Birêvebera navbirî ron jî kir, “Awareyên deverên başûr û naverastên Îraqê li Herêma Kurdistanê hene, ku heta niha belgenameyên qanûnî nînin û komên çekdar destê xwe danaye ser cihên wan. Lê ya ku cihê dilxweşiyê ye ew e ku lijneyeke bilind di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatiye pêkanîn, ku arêşeya awareyan çare bike.”

Birêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan eşkere jî kir, “Em dixwazin aware vegerin cihên xwe, ji bo ku guhertina demografiyê rû nede. Herwesa çend rojan me dît çawa serederî bi Kurdên deverên madeya 140ê re hat kirin, lewma ya ku li Kerkûkê diqewime cihê nîgeraniyê ye. Hejmareke zêde ya wan awareyan jî yên wan deveran in, lewma divê Hikûmeta Federalî bi cidî bê ser xetê û wê mijarê çare bike.”

Sirwe Resûl herwesa ragehand, “Zêdetirî 80% ya xerciyên awareyan li ser milên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Hikûmeta Îraqê wekî pêdivî di wê mijarê de alîkar nîne û ajansên navdewletî jî alîkariyên xwe bi awayekî berçav kêm kirine.”

 
Fly Erbil Advertisment