Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi alîkariya Fransayê karê medyayî rêk dixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e di salvegera 127ê ya rojnamevaniya Kurdî de, ku dê li roja 21ê Nîsana 2025ê bê kirin, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Fransa bi hevkarî li ser rêkxistina karê medyayî kar bikin.
Şandeke Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê serdana Fransayê kiriye, û di wê serdanê de bi Sendîkaya Niştîmanî ya Rojnamevanên Fransayê re civiyaye. Biryar e di çend mehên bê de her du alî li ser amadekirina karê medyayî kar bikin.
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad ji K24ê re ragehand, “Civîna me ya bi Sendîkaya Niştîmanî ya Rojnamevanên Fransayê re berhemdar bû, biryar e di bîranîna salvegera rojnamevaniya Kurdî de şandeke wê sendîkayê serdana Herêma Kurdistanê bike û em bi hevparî karê medyayî rêk bixin.”
Ev di demekê de ye ku, şanda Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan re civiya ku bingeha wê li Brûkselê ye, di wê civînê de behsa wê yekê kiriye ku çawa bergirî ji rojnamevanên pirofesyonel bê kirin û xasma jî li dadgehan.
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li vê dawiyê bûye endama Yekîtiya Sendîkayên Welatan li rojavayê Asyayê. Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di vî warî de got ku, bi hevahengî bi wê yekîtiyê re xwe amade dikin, ji bo jîriya bidestçêkirî û bandoran û çawaniya bikaranîna jîriya bidestçêkirî û wergirtina mifayî ji wê bo karê medyayî yê dîjîtalî.
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ev 26 sal in ku bi merema rêkxistina karê medyayî û bergirîkirina ji rojnamevanan hatiye damezrandin.