Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata Diya Ciwan re xwast

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata helbestvan û xebatkara Kurd Diya Ciwan re xwast.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 27ê Sibatê peyamek belav ji bo koça dawî ya helbestvan û nivîskara Kurd Diya Ciwan, belav kir.
 
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbat û kesûkarên Diya Ciwan û nivîskarên Kurdistanê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Diya Ciwan bi helbest û nivîsên xwe, bi dilsozî û helwestên xwe yên welatparêzî, bi mirovperweriya xwe, cihê xwe yê hêja û bi rêzdarî di nav gelê xwe de girtibû.”

Helbestvan û nivîskara Kurd Diya Ciwan (Sebah Mihemed) duh 26ê Sibarê di temenê 72 saliyê de, li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê koça dawiyê kir.

Diya Ciwan li sala 1953ê li Bakurê Kurdistanê hat ser dinyayê lê li sala 1966ê bi pismamê xwe re zewicî û êdî derbazî Rojavayê Kurdistanê bû. Ew ji sala 1975ê heta sala 2002ê li Şamê jiya, paşî derbazî Başûrê Kurdistanê bû û jiyana xwe ya mayî li bajarê Dihokê derbaz kir.

Wê li sala 1977ê dest bi nivîsîna helbest û çîrok û şanoyan kir û zêdetirî 14 berheman li paş xwe hêlan. Diya Ciwan herwesa şeş zarok jî li paş xwe hêlan.

Diya Ciwan nivîskar bû û herwiha endama Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyeyê (PDK-S) bû û heta mirina xwe jî li ser rêbaza Barzaniyê Nemir bû.

Hin berhemên Diya Ciwan:

- Pêlek Ji Deryayê Kovanên min

- Bazbend

- Zikata Evînê

- Bendêr

- Gotinên Li Ber Mirinê

- Hêsrên Ziwa

- Çîrokên Kurdan

- Gotinên Pêşiyan

- Firmeskên Azadiyê

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment