Umêd Xoşnaw: Nêzî 137 dikanên Sûka Qeyseriyê radestî xwediyên wan hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw radigehîne, “Heta niha nêzî 137 dikanên Sûka Qeyseriyê radestî xwediyên wan hatine kirin.”
Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 03.03.2025) li ser tora civakî ya Facebookê nivîsiye, “Ev nêzî 8 mehan e ku karkirin li ser nûjenkirina Sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê, li ser budceya Parêzgeha Hewlêrê bi gojimê pênc milyar û 300 milyon dînaran, berdewam e.”
Navbirî herwesa got, “Heta niha jî nêzî 137 dikanan radestî xwediyên wan hatine kirin, dikanên mayî jî ku wekî para dîrokî tên naskirin biryar e berî cejna Remezanê bên temamkirin û radestî xwediyên wan bên kirin.”
Parêzgerê Hewlêrê ron jî kir, “Qata jêrî ya Sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê ji 138 dikanan û qata duyê jî ji 55 dikanan pêk tê. Piraniya karên her du qatan jî temam bûne û berî cejnê tevaya dikanan radestî xwediyên wan tên kirin.”