Sirri Sureyya Onder: Bahçelî ji min re got em ê bi hev re govenda aştiyê bigerînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê û endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir, Serokê MHPê peywendî bi wan re kiriye, herwiha ji Demirtaş re jî gotiye, pêşerojeke baş li benda wan e.

Sirri Sureyya Onder ji kanaleke Tirkiyeyê re ragihand, Serokê MHPê piştî gotara wî ya dîrokî ya li parlamentoya Tirkiyeyê, peywendî bi wî re kiriye û ji wî re ragihandiye ku rojek wê were, ew ê bi hev re govenda aştiyê bigerînin.

Sirri Sureyya Onder herwiha got, Bahçelî bi rêya wî peywendî bi Demirtaş re kir û jê re got ku pêşerojeke baş li benda wan e.

Parlamenterê DEM Partiyê herwiha got, Abdullah Ocalan di berdêla danîna çekan û hilweşandina PKKê de, ti şert û merc daneniye û wî bi xwe jî nexwestiye were parlamentoyê. Ocalan gotiye, ew ê ji girtîgehê peyama xwe bişîne.

Medyaya Tirkiyeyê belav kir, hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş daxwaza dîtina hevjîna xwe Başak Demirtaş kiribû, ji ber ku dê neştergerî jê re bihata kirin, piştre bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, destûr hat dayîn ku Demirtaş li nexweşxaneyê hevjîna xwe bibîne. 

Diyar kir jî, Roja Înê Demirtaş ji girtîgeha Edîrneyê bo Stenbolê hatibû birin û di dema neştergeriyê de bi hevjîna xwe re bû.

Li gorî medyayê, dema Demirtaş li nexweşxaneyê bûye, Devlet Bahçelî peywendiyeke telefonî bi Demirtaş re kiriye û hêviya başbûnê ji bo hevjîna Demirtaş xwestiye, ji bilî wê Bahçelî spasiya Demirtaş kiriye ji ber wê helwesta ku di qonaxa nû ya çareseriyê de pêşkêş kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment