3 mamoste û zimanzanên kurdî hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamoste û zimanzên kurdî Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlut Aykoç hatin binçavkirin.
Hat ragihandin, polîsan îro serê sibê bi ser mala her sê nivîskar û zimanzên Kurd de girt û Samî Tan li Rihayê, Ronayî Onen li Diyarbekirê û Mevlut Aykoç jî li Stenbolê binçav kirin.
Di sala 2010'an de Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlut Aykoç ligel M. Sadik Varli pirtûka hînkirina ziman ya bi navê “Hînker” amade kiribû û derxistibûn. Ev pirtûk ji wan hatiye pirsîn. Ew bi îdîaya “Endamtiya Rêxistinê” hatine binçavkirin.
Zimanzan Sami Tan niha li Rihayê dijî û Serokê Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî ya Rihayê ye û li wir xebatên xwe didomîne.
Ronayî Onen li Diyarbekirê xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Mevlut Aykoç jî li Stenbolê ligel xebatên xwe yên kurdî, di nav DEM Partî de jî cih digire.
Piştî “Hînker”a pêşî, Samî Tan û Ronayî Onen bi hev re “Hînker”ên din dom kirin. Heta niha Hînker 1, 2 û 3 derketine.
DEM PARTÎ: MAMOSTEYAN BERDIN
DEM Partî piştî binçavkirina her sê mamoste û zimanzanên kurdî daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî belav kir û banga berdana wan kir.
DEM Partî got: Mamosteyên me Ronahî Onen, Samî Tan û Mewlut Aykoç xîretkêşên zimanê kurdî ne. Hînkerên ku wan bi kedeke qedrbilind amade kirin, xwendin û nivîsîna zimanê me hînî me hemûyan kir. Demildest mamosteyên me berdin û ronahiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk nefetisînin.”