Parêzer: Ji bo sûdwergitina Ocalan ji Mafê Hêviyê pêwîstî bi guherîna hin yasayan heye
Enqere (K24) – Li Tirkiye karvedanên piştî banga rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya bo fesixkirina PKKê didomin. Ligel ku geşedanên di vî warî de berdewam in ji aliyekî din ve pêngavên hikumeta Tirkiyeyê tên meraq kirin. Herwiha mijareke din jî mijara mafê hêviyê ye ku dê gelo Ocalan bikaribe sûd jê werbigre an na? Parêzer jî dibêjin ligel ku AÎHM di vî warî de biryar dane, heta îro li Tirkiye biryarên di vî warî de nehatine cibîcîkirin û bo vê yekê hewcedarî bi guherîna hin yaseyan heye.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê bang li PKK kir ku xwe fesix bike û çekan deyne. Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê daxuyaniyek belav kir û got ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin. Piştî van geşedanan jî ligel ku niha hemû çav li hikumeta Tirkiyeyê ne ku dê çi gavan biavêjê mijareke din ku tê nîqaş kirin jî mijara egera dayîna ‘Mafê Hêviyê’ bo Ocalan e.
Parêzer Mesût Ozer jî dibêje li Tirkiye heta niha bo Abdullah Ocalan, Hayatî Kayhan, Emîn Gurban û Civan Boltan Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê(AİHM) biryar daye ku ew kes ji mafê hêviyê sûdê werbigrin lê biryar nehatine cibîcîkirin.
Parêzer Mesut Ozer ji K24ê re got: “Heta niha Tirkiye qanûn dernexistiye. Divê du qanûn bên guhertin. Yek divê di qanûna înfazê dê xala 107an, fikraya 16an bê guhertin. Çimkî di wir de dibêje mirovên heta heta ceza standî û yên zêdetir li hember dewletê rabûyî, ew nikarin ji vî mafî feydê bigrin. Ya duduyan jî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, 3713, ew jî dîsa xala 17an de tiştekî wisa dibêje. Ji ber wê çendê divê her du qanûn werin guhertin îhtimalek mezin birêz Ocalan û çend kesên din yên wekê wî bên berdan. Ji hindikayî ve ew hêvî, ew îhtimal hebe.”
Mafê hêviyê rêziknameyeke derbarê rewşa girtiyên ku bi cezayê heta hetayê tên mehkûmkirin û nikarin ji îmkana serbestberdana bi şert sûd werbigirin e. Bingeha biryarê jî, ji nirxandina AÎHMê ya derbarê doza weke ‘Vinter û yên din’ tê binavkirin ku ku di sala 2013an de li Brîtanyayê birêve çûye pêk tê.
Parlamenterê berê yê CHPê Yildirim Kaya dibêje: “Kesekî ku rêxistinek avakiribe rêxistinê fesix bike, sedemên fesixê divê ji endamên kongreyê re ew bixwe rave bike. Zanyariyên ku min ji şandeya îmraliyê bidestxistine jî, daxwazeke Ocalan bo derketina derve û sûdwergirtina ji mafê hêvîyê nîne û gotiye ger li vir ew derfet bên dabînkirin ew dê bikaribe gotinên xwe bibêje. Bi ya min ev bi qîmet e, kê, çawa bi çi rengî ev pêvajo da destpêkirin ne girîng e, ya girîng, bêdengbûna çekan, bidawîbûna tundiyê ye. Bê demokrasî aştî nabe. Ji bo avakirina demokrasiyê jî divê li parlamentoyê yaseyên antidemokratîk bên guhertin.”
Ligel karvedanên banga Ocalan berdewam in DEM Partî dê di rojên pêş de li zêdeyî 100 deverên bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbarê proseyê de civînên gel lidar bixe.