Hatimogullari: Girîng e ku pêvajoya bêpevçûn dest pê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ligel Şandeya Îmraliyê îro 10ê Adarê bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kirin.
Hevdîtin li Navenda Giştî ya CHP’ê hat lidarxistin. Şanda DEM Partiyê ji hêla Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgirê Serokê Giştî Gokçe Gokçen, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re civiya.
Hatîmogûllari piştî hevdîtinê diyar kir, wan civîneke pir berhemdar pêk anîne û geşedanên li Tirkiyeyê û komkujiya Elewiyan li Sûriyeyê û çi tedbîrên li hemberî wan bên girtin, nirxandin.
Diyar kir jî, wan derbarê banga Birêz Abdullah Ocalan de agahî da wan. Hevseroka DEM Partiyê tekez kir: “Divê derfeta pêvajoya aştiyê neyê windakirin û dewlet û opozîsyon berpirsyariyeke gelek girîng li ser milê wan e.”
Hevseroka DEM Partiyê got jî, wan ji bo nirxandina banga Ocalan, serdana CHPê kirine û hevdîtinên wan bi partiyên din re dê berdewam bikin.
Hatimogullari di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Girîng e ku pêvajoya bêpevçûn dest pê bike. Mijara duyemîn jî girîngiya gavên ku ji niha û pê ve di qada meclîsê de bên avêtine, bi taybetî jî van muzakereyan e. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku qanûnî di vê pêvajoyê de dest pê bike.”
Peyamên erênî yên heta niha ji aliyê partiya sereke ya opozîsyonê û aliyên din ên opozisyonê ve derbarê vê mijarê de hatine dayîn gelek bi nirx in. Pir girîng e ku her kes vê pêvajoyê hembêz bike û her kes beşdarî wê bibe.”