Tirkiye dixwaze lihevguhertinên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Şirnaxê bi hevaltiya şandekê gehişt Deriyê Îbrahîm Xelîl, û bi serperiştê wê komelgehê re danûstandin li ser zêdetir hêsankariyan ji bo zêdetir lihevguhertinên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kirin.

Serperiştê Komelgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî îro (Sêşem, 11.03.2025) pêşwaziya Parêzgerê Şirnaxê Bîrol Êkêçî, Serokê Şaredariya Şirnaxê Mihemed Yarka û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Şirnaxê Osman Gêlîs kir.

Li dû ragehandina Komelgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl, her du aliyan di wê civînê de danûstandin li ser mîkanîzmên zêdetir hêsankariyan ji bo bazirganan di navbera her du aliyan de kirin.

Her li dû wê ragehandinê, her du aliyan tekez li ser wê yekê jî kiriye ku divê hêsankarî bibin sedema zêdetir lihevguhertinên bazirganî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê, zêdebarî hatin û çûna geştyaran di navbera her du aliyan de.

 
Fly Erbil Advertisment