Mesrûr Barzanî daxwaz dike lîsta mûçeyên Adarê bi lez bê amadekirin da berî cejnê bên parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide ku, ew hemî bizavan dikin ji bo ku berî cejnê mûçeyên meha Adarê bên parvekirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Çarşem, 12.03.2025) li ser tora civakî ya Facebookê ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna îro (Çarşem, 12.03.2025) ya Civata Wezîran de tevaya wezîran raspartin ku, wezaretên wan bi lez lîstên mûçeyên meha Adarê amade bikin û ji Bexdayê re bişînin, herwesa di rojên bêhnvedan de jî dewamê bikin ji bo ku bizav bê kirin ku berî cejnê mûçeyên wê mehê jî bên parvekirin.”
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê berî nîvroya îro (Çarşem, 12.03.2025) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî rûniştina xwe ya heftiyane li dar xist.
Li dû zanyarên K24ê, di rûniştina îro ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de danûstandin li ser van mijaran hatin kirin:
1. Encamên dawî civînên hevpar ên navbra Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Îraqê bi amadebûna nûnerê kompaniyên petrolê, li ser bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ber ronahiya bendên qanûna edilandina budceya federalî.
2. Diyarkirina rojên bêhnvedan û helkeftinên fermî di rojhijmêrka Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
3. Raporta sindoqa piştevaniya pirojeyên biçûk ên ciwanan di derheqa lêborîna bi rêjeya 50% heta 100% ji bo qistên mayî yên mifadarên wexerkirî.
4. Lêborîn ji bo silfa zewacê ya wan kêmendamên berî sala 2013ê silfa zewacê wergirtibû.