Hevserokê DEM Partiyê: Divê Serokkomar jî tevlî pêvajoyê bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir, ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re, ew ê serlêdanê bikin û dema pirsgirêk bê nîqaşkirin, divê serokkomar jî tevlî bibe.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan ku piştî banga Abdullah Ocalan dest bi serdana partiyên siyasî kirin, di vê çarçoveyê de bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û got: “Me li ser metna peymana navbera Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Em li ser mijarên din ên li Tirkiyeyê axivîn.”
Herwiha got: “Di metna bangê de rola Meclîsê hatiye destnîşankirin. Em diyar dikin ku divê niha meclîs bikeve tevgerê û meclîs ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe, ji ber ku partiyên siyasî yên di meclîsê de li ser mijara çareserî û aştiyê li hev dikin.”
Bakirhan got: “Bêguman heyeta me wê bi Birêz Erdogan re hevdîtinê bike. Ew yek ji aliyê herî girîng ê çareseriya pirsgirêkekê ye. Şandaeya me îro yan jî sibê serlêdana xwe pêşkêş bike. Em behsa pirsgirêkeke pir girîng dikin. Divê Birêz Serokkomar di mijara nîqaşkirina vê pirsgirêkê de cih bigire. Divê partiyên din ên siyasî jî tevlî bibin.”