Emar Hekîm: Divê Helebce bibe parêzgeheke nû ya Îraqê

Emar Hekîm
Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê peyamekê li ser bîranîna 37 saliya kîmyabarana Helebceyê parve dike û tê de amajeyê dide, “Helebce wek birîneke saxnebûyî ya kûrahiya dilê me dimîne.” Herwesa dibêje, “Divê wekî bersivek ji bo wê qurbanîdana mezin, Helebce bibe parêzgeheke nû ya Îraqê.”

Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm îro (Yekşem, 16.03.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje daye, “Di bîranîna 37 saliya kîmyabarana Helebceyê bi çekê kîmyayî yê qedexekirî de, Helebce birîneke saxnebûyî ya kûrahiya dilê me ye, ku herdem xwîn jê dizê.” Herwesa gotiye, “kîmyabarana Helebceyê wijdana me û hemî xwedîwijdanên zindî yên cîhanê parçe parçe dike.”

Emar Hekîm herwesa ragehandiye, “Di vê bîranînê de, em rêzê ji bo canê qurbaniyan diyar dikin û hêviya çarebûnê û aramiyê ji bo birîndaran dikin.”

Navbirî herwesa tekez jî kiriye, “Helebce li ser astê hemî Îraqê sîmboleke mezin a qurbanîdana wî bajarî ye, lewma em tekez dikin ku baştirîn rêzgirtin ji bo qurbanîdana wî bajarî ew e ku, bibe parêzgeheke nû ya Îraqê.”

Serokê Tevgera Hîkmeyê ron jî kiriye, “Divê derfetên karî û baştirkirina aborî û nûneratîkirina rastîn di piroseya siyasî de ji bo xelkê wî bajarî li Îraqê bên gerentîkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment