Fransa li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durel
Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durel

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê li Îraqê danûstandinan li ser pêşhatên Sûriyeyê û deverê dikin. Balyozê Fransayê tekez dike, “Welatê min li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 16.03.2025) bi Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel re civiya.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Fransayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û çawaniya bihêzkirina alîkariyên navbera wan di warên cuda cuda de hatin kirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û dawî pêşhatên deverê û xasma Sûriyeyê li hev guhertin.

Serokê Herêma Kurdistanê pesn û rêzên xwe ji bo piştgiriya berdewam a Franayê li Herêma Kurdistanê diyar kirin, herwesa tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên her du aliyan di hemî waran de jî kir.

Balyozê Fransayê jî ji aliyê xwe ve tevî bibîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê tekez kir, “Welatê min li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam dibe.” Navbirî herwesa pesna rolê herduyan di parastina seqamgiriya deverê de kir.”

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî di wê civînê de amade bûbû.