Newroza Rojhilatê Kurdistanê bi cilûbergên Kurdî hat xemilandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 100 salên borî de, tevî astengiyên hikûmeta Îranê li hember şahî û ahengên Cejna Newrozê û vêxistina agirê ku sembola têkoşîna rizgarîxwazane û serkeftina ronahî û azadiyê li hember tarîtî û zilm û zordariya Rojhilatê Kurdistanê ye, lê her sal agirê Newrozê tê vexistin. Di van salên dawî de saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî rêxistinî cejna xwe pîroz kirin. Îsal jî cilûbergên xakî û cemedane bû sembola yekîtiyê li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Newroz, bi navê “Xakîpoşan” hat pîrozkirin.
Piştî parçekirina Kurdistanê, ev 100 sal in li herçar parçeyên Kurdistanê Newroz bi sembol û taybetmendiyên xwe tê pîrozkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê her çend di demên cuda de, pêkanîna sembolên Newrozê yên taybet hatine qedexekirin jî, lê ti sal derbas nebû ku agirê Newrozê neyê vêxistin.
Di Newroza sala 1946an de bi amadebûna Pêşewa Qazî Mihemed Serokê Kurdistanê û General Mistefa Barzanî li bajarê Mehabadê, Paytexta Komarê, yekemîn merasîmên Newroza azad û birûmet di dîroka hevdem a Rojhilatê Kurdistanê de hat lidarxistin. Ji wê demê ve dewleta Îranê rê neda gelê Kurd bi sembol û kevneşopiyên xwe cejna xwe pîroz bikin. Lê di çend salên borî de bi hewldanên rêxistin û saziyên sivîl, xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên cuda merasîmên watedar lidar xistin.
Îsal bajarên Rojhilat bi cilûbergên xakî û cemedane, wek sembola cilûbergên têkoşîn û berxwedana Kurdistanê, ji Îlamê heta Urmiyê pîroz kirin. Li dora agir li çepikan xistin û sirûda netewî wek sembola rizgarî û serkeftina ronahiyê li hember zilm û tariyê, gotin.
Di bîst rojên borî de li piraniya bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê, karnavalên girseyî bi beşdariya bi dehhezaran kes hatin lidarxistin û dîmenek bêhempa ya yekbûn û yekrêziya civaka sivîl li Rojhilatê Kurdistanê nîşan da.