Du DAIŞî li bajarkê Silêman Begê ji aliyê hêzên Îraqî ve hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Îraqî du teroristên DAIŞê li bajarkê Silêman Begê girtin, ku pilan danabû çend kiryarên terorsitî li wê deverê bikin.

Çavkaniyekê îro (În, 21.03.2025) ji peyamnêrê K24ê re ragehand, “Du teroristên DAIŞê li bajarkê Silêman Begê ji aliyê hêzên Îraqî ve hatin girtin.”

Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Wan her du teroristan pêştir pilan danabû ku, çend teqînan û çend kiryarên terorsitî li wê deverê bikin, piştî ku du terorsitên din di du şevên borî de xwe teqand.”

Çavkaniya jêgotî amaje jî da, “Ev her du terorsit jî li bajarkê Silêman Begê hatine girtin.”