Mirovahî û cîhan di metirsiyê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî roja 22ê Adarê ji her salekê, wek Roja Avê ya Cîhanî destnîşan kir û hişyarî helîna bikez a qeşa û çemên cemidî da.

Neteweyên Yekgirtî dibêje, pileyên germahiya gozemînê ji ber guherîna keşûhewayê zêde dibe, lewra pêşîgirtina li helîna qeşe û cemedan zehmet bûye.

Raporên guherîna keşûhewayê yên Neteweyên Yekgirtî dibêjin, ji ber ku cemed berdewam dihelin metirsiya lehî, hişkesalî û şimitîna axê heye. Ligel wê jî, metirsiya bilindbûna asta ava deryayan heye ku dê bandorê li bi milyaran mirovan bike.

Herwiha got: “Gelek sedemên van gefan li ser gozemîna me hene, ligel wê jî dema ku em hewl didin ku bandorên guherîna keşûhewayê sivik bikin û xwe biguncînin, parastina cemedan dê ji karên me yên pêşîne be.

Ji aliyekî din ve Neteweyên Yekgirtî dibêje, divê bi awayekî hestyar bi qeşayan re tevbigerin, da ku berevaniyê li mana mirovan li ser gozemînê bikin.