Li Dihokê mezintirîn parka niştimanî tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mezintirîn parka niştimanî bi bihayê 135 milyar dînar, li Dihokê tê çêkirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dest bi dirustkirina mezintirîn parka niştimanî li Duhokê bi buhayê 135 milyar dînar hatiye kirin.

Diyar kir jî, heta niha ji sedî 5’ê ji karên projeyê hatine kirin û dê di sala 2028’an de bi temamî biqede û bi awayekî fermî ji bo welatiyan were vekirin.

Li gorî zanyariyan, rûbera Parka Niştimanî li Dihokê 1.25 milyon metre ducar e û ji sedî 70 ji projeyê ji keskayî û avê pêk tê.