Cejna Newrozê Li Qahîreyê hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Qahîreyê, bi amadebûna kesayetiyên dîplomatîk û perlemanî, cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz kir.

Berpirsa Karûbarên Balyozxaneya Iraqê Rîheb Xalid Yûsif bi vê boneyê pîrozbahî li amadebûyan kir û bal kişand li ser sembola cejna Newrozê ya nûbûn, azadî û aştiyê û daxwaza wergirtina îlhamê ji wateyên wê di avakirina Iraqeke yekgirtî û aram de kir.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Ofîsa PDKê li Qahîreyê Şêrko Hebîb, bal kişand li ser girîngiya cejna Newrozê, wek sembola azadî û pêkvejiyanê û amaje bi rola partiya xwe di bihêzkirina demokrasiyê û bilindkirina nirxên lêborînê kir.

Herwiha eşkere kir, ew wek PDKê kar ji bo belavkirina giyanê hezkirin, lêborîn, nirxên bilind, redkirina kîn û tundiyê dikin, ji bo avakirina civakek sivîl a li ser bingeha aştî, biratî û pêkvejiyanê. 

Herwiha hêvî xwest ku di demeke nêzîk de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê were avakirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser nirxên hezkirin û aştiyê yên Newrozê û rola wê di pêşxistina yekrêziya niştimanî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên Iraqê de.