DEM Partî li ser girtina Îmamoglu: Derbeya li dadwerî û demokrasiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû da û diyar kir, girtina Îmamoglû “derbeya li dadwerî û demokrasiyê ye”.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kirin.
Bakirhan li hejmara xwe ya tora civakî nivîsî: “Bi hincetên sexte û bi hincetên siyasî, em girtina Îmamoglu bi tundî red dikin.”
Bakirhan di daxuyaniya xwe de got: “Darbeya li dijî îradeya 16 milyon kesî li Tirkiyeyê, aloziyên siyasî, aborî û civakî zêdetir kirin. Ez vê bêhiqûqiya ku mafê dengdayîn û hilbijartinê yê gelê Stenbolê li ber çavan nagire û darazê dike amûra destêwerdana siyasî, bi tundî şermezar dikim.”
Herwiha got: “Divê bilez ji vê biryarê were paşvexistin. Em ê li dijî desteserkirina îradeyê ji Colemêrgê heta Stenbolê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”
Ji aliyê xwe ve, Tulay Hatîmogûllarî ev girtin weke "derbeya li dijî dadwerî û demokrasiyê” binav kir û got: “Jixwe weke lekeyeke reş ketiye dîrokê.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir, ew girtinê bi tundî şermezar dikin û got: “Em bang dikin ku di derbarê Birêz Îmamoglu de ev biryar bê nirxandin û her kesên bi wî re hatine girtin demildest bên berdan. Mafê ti kesî tune ye ku bi bikaranîna dadweriyê ji bo berjewendiya xwe destêwerdanê li vîna gel li dijî 85 milyon kesî bike.”