Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbata Hacî Mîrxan Dolemerî dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di behînameyekê de serexweşiyê li malbata Hacî Mîrxan Dolemerî dike, ev jî teksita behînameya wî ye:

Ez serexweşiyê li malbata kesatiyê diyar, Pêşmerge û tekoşer, Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê Hacî Mîrxan Dolemerî dikim, ku mixabin îro ji ber rûdaneke trafîkê canê xwe ji dest da.

Ez hevsoz û hevxemê malbata rêzdar û kesûkar û heval û hevkarên Xudêjêrazî me, ji Xudayê mezin dixwazim bi rehm û dilovaniya xwe wî şa bike û sebir û hedarê jî bi hemiyan bide.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

23.03.2025