Tirkiye.. 12 kes bi gomana tevlîbûna di êrîşên li ser Konsulxaneya Îraqê de hatine desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê 12 kes bi gomana tevlîbûna di wê êrîşa çekdarî de, ya ku li ser Konsulxaneya Îraqê li Stenbolê hatiye kirin, desteser kirin.
Ajansa Anadolu îro (Duşem, 24.03.2025) li ser zarê hejmareke çavkaniyên ewlehiyê parve kiriye, tîmên girêdayî Birêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê li ser lêkolînên xwe yên li ser wê êrîşa çekdarî ya ku li roja 21ê vê mehê li ser Konsulxaneya Îraqê li devera Şîşliyê ya Stenbolê hatiye kirin berdewam in.
Her li dû zanyarên wê ajansê, êrîşa li ser Konsulxaneya Îraqê li devera Şîşliyê ji aliyê du kesên çekdar ve ku motorsikil diajot hatiye kirin. Herwesa hêzên polîsan yek ji bikerên wê êrîşê ku jiyê wî 18 sal e, piştî ku li ser rêya bilez a Stenbolê tûşî rûdaneke trafîkê bû, hat girtin.
Her wê çavkaniyê amaje jî daye, di çarçoveya lêkolînan de 12 kes bi gomana tevlîbûna di wê êrîşa çekdarî de, ya ku li ser Konsulxaneya Îraqê li Stenbolê hatiye kirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.