Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Di meha Remezanê de zêdetirî 30 hezar pakêtên xwarinê hatin dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed aşkere kir, di meha Remezanê de zêdetirî 30 hezar pakêtên xwarinê belav kirine. Herwiha got: “Em dixwazin pirsgirêkên hejaran bi awayekî rîşeyî çareser bikin.”

Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, heta niha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di meha Remezanê de zêdetirî 30 hezar pakêtên xwarinê li ser welatiyên hejar dabeş kiriye. Me ji bo rojîgiran jî gelek şîv amade kirin.”

Herwiha got: “Armanca sereke ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, çareserkirina pirsgirêkên welatiyên kêm dahat bi awayekî bingehîn e, ji bo vê mebestê jî di dirêjahiya meha Remezanê de, di çarçoveya bernameya Nûjînê de ku bi hevkariya K24ê tê weşandin, çend malbatên kêmdahat bûn xwediyê xaniyên xwe û ji kirê hatin xilaskirin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da zanîn: “Rêxistina me bûye pireke xurt di navbera xêrxwaz û hejaran de. Em Li gel hevkarên xwe bê cudahî xizmeta hemû welatiyan dikin.”

Ev yek di demekê de ye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di destpêka vê mehê de bi piştevaniya kompanya û kesayetî û xêrxwazên Kurdistanê, projeya “Ezîzên Kurdistanê” ragihandibû.

Di qonaxa yekem a projeyê de, zêdetirî milyonek û 361 hezar dolar li ser 3562 zarokên sêwî hat belavkirin. Biryar e jî di qonaxa duyem de jî bi hevkariya Heyva Sor a Îmaratê, zêdetir ji 4 milyon dolar li ser zêdetirî 11 hezar zarokan bê belavkirin.