Civata Nûnerên Îraqê deng bi parêzgehbûna Helebceyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê xişteya rûniştina xwe ya êvara îro parve dike, ku benda yekê girêdayî dengdana bi parêzgehkirina Helebceyê ye.
Civata Nûnerên Îraqê îro (Çarşem, 26.03.2025) xişteya rûniştina xwe ya êvara îro parve kir. Li dû wê xişteyê jî, benda yekê girêdayî dengdana bi pirojeqanûna parêzgehkirina Helebceyê ye. Ew piroje ji aliyê Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûnerên Îraqê ve hatiye amadekirin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan şevêdî (Sêşem, 25.03.2025) li Civata Nûnerên Îraqê got, “Ji ber temamnebûna rêjeya qanûnî, rûniştina îşev ji bo sibe hat paşxistin, tevî ku pêştir jî ew rûniştin ji ber amadenebûna endamên Civata Nûneran û temamnebûna rêjeya qanûnî ji bo dema nêzî seetekê hat paşxistin.”
Herwesa Endamê Civata Nûnerên Îraqê Sîpan Şêrwanî jî ji K24ê re got, “Ji ber temamnebûna rêjeya qanûnî, rûniştina îşev ji bo sibe hat paşxistin, 129 endam di wê rûniştinê de amade bûn.”
Sîpan Şêrwanî herwesa got, “Li kaftêryaya Civata Nûnerên Îraqê, şaşeyeke tilevizyonê ya mezin hatiye danan. Endamên wê civatê temaşeyî yariya navbera Îraq û Filistînê dikin û nehatine nav hola civînan.”
Navbirî amaje jî da, “Hêşta aqiliyetek heye ku amade nîne deng bi qurbanî û bi hezaran zarokên kîmyabarankirina Helebceyê bide ku bibe parêzgeh.” Herwesa got, “Di sê sal û nîvên borî de diyar bû ku, nêzî 100 endamên Civata Nûnerên Îraqê bindîwar in, ji 329 endaman, rêjeya qanûnî nagehe 200 endaman.”
Ev ne cara yekê ye ku li ser wê pirojeqanûnê rêjeya qanûnî temam nayê temamkirin, hin partî û alî hene ku daxwaza parêzgehbûna hin qezayên din ên Îraqê dikin.”