Ber bi Cejna Remezanê ve daxwazek mezin li ser qedayîfa Diyarbekirê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê beriya Cejna Remezanê di hosteyên qedayîfê şev û roj kar dikin, da ku bigihîjin daxwazên welatiyan. Her çiqas kîloya qedayîfê jî her ku diçe zêdetir dibe welatî dest ji vê şîraniya ku buye remzek Diyarbekirê bernadin.

Ew kevneşopiya ku bi salane li Diyarbekirê di rojên taybet de tê cîbicîkirin beriya Cejna Remezanê careke din xwe dide der. Ji ber ku daxwazek zêde heye di kargehên ku qedayîf tê çêkirin de van rojan şev û roj kar berdewam e. Hosteyên qedayîfê didin zanîn ku hem ji nav bajêr, hem jî ji derveyî bajêr daxwazek zêde bo qedayîfa Diyarbekir heye û ew jî hewil didin ji bo hemu kesên ku daxwaza qedayîfa Diyarbekirê dikin vê qedayîfa tamxweş bişînin.

Hosteyê qedayîfê Abdulsamet Altunbay got: “Ji ber Cejna Remezanê ev hefteyek e daxwazek zêde bo qedayîfa Diyarbekir heye,  me jî 3 tîmên çêkirina qedayîfê amade kirine ku her tîmek 8 mejimêran kar dike û vê kargehê de 24 demjimêran bênavber qedayîf tê çêkirin. Me beriya remezanê rojane 400 kîlo qedayîf çêdikir lê niha rojane vê kargehê de kêmzêde 1 ton tê çêkirin. îsal daxwaz ji sala borî zêdetir e, ji derveyî bajêr jî gelek daxwaz heye, hetta ji Hewlêr û Dûbaîyê jî daxwaz heye, em jî dişînin.”

Li Diyarbekirê kîloya qedayîfa bifisteq 800 lîreyî ye ku di cejna remezanê ya borî de 700 lîre bû, kîloya qedayîfa bigoz jî 600 lîre ye û di cejne remezanê ya borî de 500 lîre bû, rêveberên qada şiraniyê didin zanîn hem li gorî bajarên din qedayîfa Diyarbekir erzantir e hem jî ji pişkinînên wezareta tendirustiyê bêkêmasî derbas buye.

Serokê Jura Şîranîfıroşên Diyarbekirê Haşîm Elkaan dibêje: “Beriya Cejna Remezanê hemu hilberînxane hem ji aliyê jura me ve, hem ji aliyê wezareta tendirustiyê ve hem jî ji aliyê akademîsyenan ve tên pişkinînkirin. Ji aliyê qelîteya kelupelên tên bikaranîn ve û ji aliyê paqijiyê ve pirsgirêk nîne. Ez di wê baweriyê de me dê cejna îsal de ji cejna borî zêdetir şîranî were firotin. Giringiyek din jî ew e ku qedayîfa diyarbekir li Diyarbekir 800 lîreyî ye lê li Eyntabê 1500 lîre ye. Li vê derê erzantir e.”

Di cejna remezana borî de li Diyarbekir 40-50 ton qedayîf hat firotin, îsal ji sala borî daxwaz zêdetir e û pêşbînî ew e k udi cejna remezanê ya îsal de navbera 50-60 tonî de qedayîfa Diyarbekirê were firotin.