Li Rihayê 5 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Diyarbekir (K24) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, 5 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin. Sedem nehatiye eşkerekirin, lê goman tê kirin ku ji ber çalakiyên roja 4ê Nîsanê be ku rojbûna Ocalan e.
Parezgehîya Rihayê îro (Şemî, 29.03.2025) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ji bo dema 5 rojan hemû çalakî qede xekirin.
Parezgehîya Rihayê bi daxuyanîya xwe de wiha gotiye, ‘’pêşîlêgirtina kiryar û tawanên terorîstî, parastina maf û azadiyên kesên din ji bo parastin û pêşîlêgirtina li provokasyonên muxtemel û bûyerên muhtemel ên civakî; Civînên li qadên vekirî, hemû civîn û civînên li hundir, mîtîng, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiya rûniştinê/nobedê, vekirina standan, vekirina kon, her çalakî, ji 1ê Nîsanê seat 00.01ê pe de "Ji bo heyama 5 rojan qedexe ye."
Sedem vê qedexekirina çalakiyan heta niha nehatiye eşkerekirin, lê goman tê kirin ku ji ber çalakiyên roja 4ê Nîsanê be ku rojbûna Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan e.