Erdogan: Niha dor hatiye ku PKK bê hincet guh bide banga Ocalan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û tê de got, niha dor hatiye ku PKK bê hincet guh bide banga Ocalan û xwe hilweşîne.

Erdogan derbarê proseya nû ya li Tirkiyeyê de got: “Bi heman awayî xebatên me yên ku me li gorî nexşerêya xwe ya "Tirkiyeya Bê Teror" da destpêkirin, dewam dikin. Dewleta me bang kir û ya ku dikeve li ser milê xwe bi cî anî.”

Serokomarê Tirkiyeyê got jî: “Niha dor hatiye rêxistinê ku ew bê hincet guh bide vê bangê. Di vî warî de jî em ne xwedî dem û toleranseke bêsînor in. Em li bendê ne ku rêxistin bêyî ku egle bibe, xwe fesih bike û bi temamî dev ji çekan berde.”

Herwiha got: “Dînamîkên me yên cîhanî, herêmî û navxweyî ji her demê zêdetir niha guncavtir e ku pêvajo bi serkeftî encam bide. Heke em hemû bi hev ra bikaribin vê yekê pêk bînin, înşallah em ê welatê xwe ji muasîbeteke bixwînî û zehmet ya 40 salî bi tevahî xelas bikin.”