Piştî girtina Îmamoglu yedekên Banka Navendî ya Tirkiyeyê 30 milyar dolar kêm bû
Stenbol (K24) – Aborînasên Tirkiyeyê hişyarî didin, zindanîkirina Şaredarê Stenbolê zêdetir 30 milyar dolar zerer gihandiye aboriyê û heke biryarên bi vî rengî zêde bibin û nediyariyên siyasî berdewam bin, qeyraneke mezin li pêşiya aboriya Tirkiyeyê ye. Aborînasekî Kurd jî dide zanîn ku, zindanîkirina Îmamoglu yî hemû ked û xebata Mihemed Şîmşekî ya ji bo rûbirûbûna helawsanê pûç kirine û Banka Navendî ya Tirkiyeyê dê careke din vegere ser siyaseta xwe ya zêdekirina rêjeya sûdê.
Aboriya Tirkiyeyê ji ber zindanîkirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamogluyî baceka giran da û yedekên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di nava hefeteyekê de 30 milyar dolar kêm bûn û piraniya yedekên ku di çarçoveya rûbirûbûna helawsanê de bi bilindkirina rêjeya sûdê hatibûn bidestxistin neman. Hin aborînasên diyar ên Tirkiyeyê hişyarî didin ku, dibe ku di rojên pêş de ev bac girantir bibe. Dubarebûna bûyerên bi vî rengî dê tenê vebêrhênana sermayedarên biyanî ji Tirkiyeyê dûr negre, dê sermayedarên navxweyî jî bitirsîne.
Aborînas Prof. Dr. Îzzettîn Onder ji K24ê re got: “Heke li welatekî hestên rêveberên aboriyê yên dadperwerî, asayîş û ewlebûnê biheje, wî welatî keşûhewaya vebêrhênanê lawaz dibe. Lewma ew pereyên germ ên biyaniyan û vebêrhênanên wan nayê Tirkiyeyê. Herwiha ne tenê biyanî, eger heye ku sermayedarên Tirk jî pere û vebêrhênên xwe ji Tirkiyeyê bibin ku heke tişteke wiha rû bide, aboriya Tirkiyeyê dê baceke girantir bide. Sermayedar dikarin ji hilberîna rasteqîn derbasî hilberîna darayî bibin. Hingê jî dê kargeh çol bibin, bêkarî zêde bibe, lîre dikare zêdetir nirx ji dest bide û helawsan jî bilindtir bibe.”
Patronê yekemîn ê aboriya Tirkiyeyê Wezîrê Darayî û Gencineyê Mihemed Şîmşek piştî hate ser kar, bi rijdî rûbirûyê helawsanê bû. Rêjeyâ sûdê bilind kir û nehişt ku lîreya Tirkî nirxê xwe bi dijwarî ji dest bide û di encama vê de jî yedekên Banka Navendî ya Tirkiyeyê meha borî rekor tomar kiribûn û gihiştibûn 173 milyar dolaran. Li gor aborînasekî Kurd, krîza Îmamogluyî hem tûrikê Mihemed Şîmşekî vala kiriye û hem jî destê wî lawaz kiriye. Lê digel vê yekê jî derfetên Şîmşekî hê hene.
Aborînas Adnan Ateş dibêje: “Ji bo Tirkiye ji vê krîzê derkeve du rê hene. Ya yekemîn divê rêjeya sûdê careke din zêde bibe, ya duyem jî dikare baca stopajê were kêmkirin. Ji bo şerê helawsanê were kirin divê sûd bilind be. Eger na dê rojên giran li pêşiya aboriya me bin. Ji ber ku lîre nirxê xwe bi dijwarî ji dest da. Bi taybet karsaz û bazirgan dê tengasiyên mezin bikêşin. Lê heke karê Mihemed Şîmşek berdewam be, ez ji aboriya Tirkiyeyê geşbîn im. Ji ber ku Mihemed Şîmşek siyaseteka rast a aboriyê bi rê ve dibe.”
Piştî desterkirina Îmamogluyî, dolarekî Amerîkî ji 40 lîreyan derbas kiribû û borsaya Tirkiyeyê zêdetir ji 15 û endeksên bankayan jî ji sedî 26 daketibûn. Bi kêmbûna aloziyan û nediyariyên siyasî di rojên dawî de borsa zererên xwe yên hefteya borî vegerand û rewşa lîreyê cîgir e û dolarekî Amerîkî 38 lîre ye.