Bazara birincê Akrê germ e

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gel hatina cejna Remezanê, bazara birincê Kurdî yê Akrê germ bûye. Aşvanek dibêje ku, birincê Akrê hinardeyî parêzgehên Îraqê û heta derveyê welatî jî tê kirin.

Mihemed Kerîm, ku bazirgan e û yek ji wan kesan e yên ku her sal birincê xwemalî yê Akrê dikire, ji Peyamnêrê K24ê li Akrê Arî Hisên re dibêje, “Ez hatime ku yek tonê birincê Şeşmehî yê Akrê bikirim û paşî dê bidim hejmareke xwaringehên Silêmaniyê. Ez dê li paşerojê wî birincî bidim hejmareke xwaringehên Hewlêr û Dihokê jî, ji ber ku daxwaziyeke zêde li ser wî heye.”

Bihayê her kîloyeka birincê xwemalî yê Akrê li dû cûn û kalitiya wî tê guhertin, lê bi awayekî giştî di navbera sê heta pênc hezar dînaran de ye. Li gel hatina cejna Remezanê jî, niha ew bi awayekî berçav tê firotin.

Mistefa Sûrçî jî ku aşvanekî Akrê ye dibêje, “Ji ber hatina cejna Remzanê û hatina hejmareke zêde ya geştyaran, daxwaziyeke zêde li ser birincê xwemalî yê Akrê heye. Ev birincê me hinardeyî parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê jî tê kirin û heta hinardeyî derveyê welatî jî tê kirin.”

Her sal li destpêk û nîva Cotmehê, dirûtina birincî li sinorê qezaya Akrê dest pê dike, ku li mehên Nîsan û Gulanê tê çandin.

Li dû amarên Birêveberiya Çandinê ya Akrê, par 12 hezar tonên birincê xwemalî li sinorê wê qezayê hatine berhemanîn ku ji şeş cûnan pêk tê; Şeşmehî, Tehalif, Kesnedîtî, Sedrî, Bondar û Misirî.

Birincê xwemalî yê Akrê bi reng, qebare û tamên xwe yên cuda bala xelkî ji xwe re kêşaye û sal bi sal daxwaziya welatiyan û geştyaran li ser wî zêde dibe. Zêdebûna rêjeya berhemanîna birincê xwemalî jî wesa kiriye ku, xelk kêmtir birincê hawirdekirî bikire.

 
Fly Erbil Advertisment