Li beravên Çanakaleyê 5 koçberan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beravên parêzgeha Çanakaleyê yê Tirkiyeyê, belemeke koçberan binav bû. 5 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes hatin bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. 

Li Beravên navçeya Ayvacik ya Çanakaleyê, belema koçberên neyasayî ku xwestin derbasî Yunanistanê bibin, bin av bû. 

Hêzên Ewlekariya Beravên Tirkiyeyê heta niha pênc termên koçberan dîtine û 25 koçber jî rizgar kirine. Koçberên hatine rizgarkirin bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. 

Lêgerînên hêzên ewlekariya li beravan berdewam e û egera zêdebûna hejmara qurbaniyan heye.