Di cejnê de zêdetir ji 40 hezar geştiyaran serdana Dihokê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Dihokê ragihand, hatina berdewam a geştyaran bo parêzgeha Dihokê, bihêzkirina jêrxana aborî û derfetên kar bo welatiyên Dihokê ye.
Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê li Dihokê Dr. Xeyrî Elî Oso ji K24ê re ragihand, ji roja 27ê Remezanê ve hejmareke mezin a geştyaran hatine Dihokê.
Dr. Xeyrî got jî: “Roja Sêşemê 134 pas hatin Parêzgeha Dihokê. Duh Çarşemê jî, 25 pas hatine Parêzgeha Dihokê. Ji bo îro Pêncşemê, heta demjimêr 10ê sibehê, 15 pas hatine Dihokê.”
Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê got: “Ji rêya Mûsilê ber bi Dihokê ve jî, bi dehan koster, pas û otomobîl hatine Parêzgeha Dihokê.”
Amaje bi wê yekê jî da, komîteyên wan bi berdewamî di xizmet û pêşwaziya wan geştyaran de bûne, çi li Amêdiyê be, çi li Akrê, Şêxan an jî li navenda Dihokê be, da ku rûyekî ciwan ê Kurdistanê nîşanî wan geştyaran bidin.
Dr. Xeyrî herwiha ragihand: “Ez di wê baweriyê de me ku hatina geştyaran bo Parêzgeha Dihokê heta roja Şemiyê dê berdewam be. Ev yek jî ji bo bihêzkirina binesaziya aborî û derfetên kar ji bo welatiyan dê gelek baş be.”
Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê got: “Li gor pêşbîniya min, di van çend rojan de zêdetirî 40 hezar geştyaran serdana Parêzgeha Dihokê kirine.”