Serok Barzanî: Rojnameya Xebatê bûye tomargeheke giring a xebata gelê me

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di bîranîna salvegera şêst û şeşê ya derkeftina rojnameya Xebatê de, Serok Barzanî pîrozbahiyê li sernivîser û rojnamevan û karmendên wê dike û dibêje, “Rojnameya Xebatê bûye tomargeheke giring a xebat û serpêhatî û tekoşîna gelê me di qonaxên cuda cuda de.”

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Gelî rêzdaran, sernivîser û rojnamevan û karmendên rojnameya Xebatê

Bi helkefta salvegera şêst û şeşê ya derkeftina rojnameya Xebatê bi awayekî eşkere, ez pîrozbahiyeke germ li we dikim û spasiya berdewamî û westiyana we dikim, xasma ku rojnameya Xebatê bûye tomargeheke giring a xebat û serpêhatî û tekoşîna gelê me di qonaxên cuda cuda de.

Rojanemya Xebatê di tevaya westgehên karê xwe de li ser pabendbûna bi nirxên neteweyî û niştîmanî û gehandina peyama pêkvejiyan û aştîxwaziyê dengekî serkeftî û resen ê gelê me bû. Di salvegera rojnameya we bi awayekî eşkere de, ez destxweşiyê li we dikim û daxwaza zêdetir serkeftinê ji we re dikim.

 

Mesûd Barzanî

04ê Nîsana 2025ê

 
Fly Erbil Advertisment