73 kes li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li 27 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 73 kes bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen hatin binçavkirin.
Wezîrê Navxwe yê TirkiyEYê Alî Yerlîkaya ragihand, li 27 bajaran li dijî endamên Cemaeta Gulen operasyon hatiye encamdan û 73 hatine binçavkirin.
Yerlîkaya got, ji kesên hatine binçavkirin, 48 kes hatine zîndankirin û bo 16 kesan jî biryara kontrola dadî hatiye dayîn.
Cemaeta Gulen, li Tirkiyeyê bi hewla derbeya serbazî ya 15’ê Tîrmeha 2016an tê tometbarkirin.