Li Silêmaniyê agir bi bazarekê ket: Ziyanên madî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê agir bi bazara Daresoteke ket û li gorî berevaniya sivîl, ti ziyanên canî çênebûne.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Aram Elî ji K24ê re ragihand, îro 5ê Nîsanê danê sibê agir bi bazara Daresoteke ket û hejmarek dikan şewitîn. Agir jî hatiye kontrolkirin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser rûpela xwe ya “Facebook” nivîsî: Îro danê sibê agir bi hin bazar û dikanên Mezadxaneya Jorîn (Daresoteke) ket.

Heval Ebûbekir diyr kir, tîmên Rêveberiya Polîsên Berevaniya Şaristanî û bi hevahengiya welatiyên dilsoz, tîmên hawarçûnê yên tendirustî û ewlehiyê, polîs û polîsên hatinûçûnê, agir bê ziyanên canî hat kontrolkirin.

Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir, aliyên pêwendîdar li ser sedema derketina agir dest bi lêkolînê kirine.