Hakan Fîdan: Pêwendiyên me yên baş li gel Serok Barzanî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan got, pêwendiyên Tirkiyê bi Hewlêr û Serok Barzanî re gelek baş in

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro 7ê Nîsanê di hevpeyvînekê de ligel kanaleke Iraqî ragihand, ew wek Tirkiye, pêwendiyên wan ên baş ligel Hewlêr û Serok Barzanî hene. 

Hakan Fîdan got jî: Serok Barzanî hewl dide hemû kêşeyên navçe û Îraqê yên berê û niha çareser bike û ew di vê derbarê de çend caran bûne şahidê helwestên Serok Barzanî.

Herwiha got jî: “Birêz Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêmê hewla çareserkirina kêşeyên navçeyê dide û rê dîtiye ku çawa karîna jêrxaneya  Herêma Kurdistanê bi pêş ve bibe. Em ji van hewldanan kêfxweş in.”

Amaje bi wê jî kir: “Lê rewşa Silêmaniyê cuda ye û em dixwazin navçeyê ji terorê paqij bikin û rewşê biguherînin, da ku Herêm bikaribe xizmeta welatiyan bike.

 
Fly Erbil Advertisment